NeuBihar

NeuBihar navê projeya materyalên ji bo pêşvebirina pirzimaniyê li ser bingeha kurdî ye ku ji aliyê Yekmal Akademie tê rêvebirin di bin banê Yekmal – Komeleya Malbatên ji Kurdistanê li Almanyayê. Bêjeya NeuBiharê ji du peyvan pêk tê; Neu û Bihar. Neu di zimanê almanî de xweyî wateya ‘nû’ ye; Bihar jî jixwe pevyek kurdî ye û tê wateya demsala piştî zivistanê. Du sedemên hilbijartina vê pêjeyê hene. Pêşî, navê yekemîn materyala ji bo hînkirina kurdî hatiye amadekirin Nûbihara Piçûkan e ku ji aliyê feylezof û nivîskarê mezin ê kurd Ehmedê Xanî hatiye nivîsandin di sala 1683’an de. Xanî ev pirtûk wek ferhengeke duzimanî bi kurmancî-erebî amade kiriye û gotiye ji bo ku zarokên kurd zimanê xwe yê dayikê bi xweşikî hîn bibin tevî erebî. Xanî bi xwe di berhema xwe ya dîrokî de wisa nivîsandiye:

Vêk êxistin Ehmedê Xanî

Navê ‘Nubihara Biçûkan’ lê danî

Ne ji bo sahib rewacan

Belkî ji bo biçûkêd kurmancan

Tercîha erebî li gel kurmancî jî helbet ew e ku wê demê zimanê serdest di perwerdehiyê de li medreseyan erebî ye. Ev jî me tîne sedema duyem a hilbijartina peyva ‘Neu’ di projeya me de. Ji ber ku ev proje li Almanyayê tê rêvebirin û taybetî ji xwe re dike armanc ku zarokên kurd ên li Almanyayê dijîn bikarin zimanê xwe yê dayikê tevî almanî û zimanên din hîn bibin. Lewma, bi baweriya ku duzimanî/pirzimanî li ser bingeha zimanê dayikê mafê hemû zarokan e, em hêvî dikin ku projeya NeuBiharê bibe piştgiriyek ji bo malbatên dixwazin zarokên xwe tevî kurdî pirzimanî mezin bikin û alîkarî û piştgirî bike mamosteyên ku di hêlîn an jî dibistanan de kurdî hîn dikin zarokan.