Akademiya Yekmal

Akademiya Yekmal ji bo Ziman, Perwerdehî û Lêkolîn (bi kurtî Akademiya Yekmal) beşeke Yekmalê ye ku li ser lêkolînên zanistî û pêşkêşiya perwerdehiyê li ser gelek aliyên zimanê(n), civakê(n) û çandê(n) kurdî li Berlînê û cihên din pêk tîne.

Akademiya Yekmal re, dixwaze li ser pêşkeftina pirzimaniyê kalîte û hêjmara xebata xwe yên sazkirî berfireh bike û bi pisporiya zanistî pêve bike, û bi vî rengî di warê rêbaz û perwerdehiya pêşvebirina ziman de, taybetî bi almanî û kurdî, pengavên nû bide destpêkirin. Di vê çarçoveyê de, Akademiya Yekmal dikare wekî têkiliyek di navbera lêkolîn û pratîka zanistî de were fêhm kirin.

Binbeşên sereke yên Yekmal Akademiyê ew in:

  • Lêkolînên Akademîk
  • Perwerdehî û Hîndekarî
  • Organîzasyona Çalakiyan
  • Amadekirin û Weşandina Materyalên Duzimanî
  • Dibistanên Berlînê de Kurdî
  • Werger û Şêwirmendiya Zimanî