Gelo, zaroka/ê min, bi du zimanan; almanî û zimanê dayika xwe çawa fêr dibe?

0 Comments

Dayik û bavên hêja,

 Dibe ku hûn carcaran ji xwe dipirsin: 

„Gelo zaroka/ê min çawa fêrî almanî dibe?“ an 

„Ma zarok di temenê biçûk de dikare, bi hev re fêrî du zimanan bibe?“ an jî

„Zaroka/ê min di dema pêş de, li dibistanê wê karibe xwe baş îfade bike?“

Çawa ku dê û bav li ser van pirsan difikirin; perwerdekar û zanyar jî bi van pirsan re mijûl dibin. Loma jî em dixwazin, li ser vê mijarê hinek agahdariyan bidin û hin şîretan bikin.

Zarok dikarin zimanên cuda bi hêsanî fêr bibin

Heke zarokên we bi du zimanên cuda mezin dibin,; li malê bi zimanekî û li Baxçeyê Zarokan bi almanî, ev ji bona pêşeroja zarokên we şansekî gelekî mezin e.

Li gorî lêkolînên zanistî: Zarokên biçûk ku baş bên teşwîqkirin, dikarin dudu heta sê zimanan jî bi hev re û bi hêsanî hîn bibin. Dema zimanê dê û bavê cuda bin û her du tenê bi zimanê xwe bi zarokan re bipeyivin, zarok wê karibin bi her du zimanan jî bipeyivin. Lê divê axavtinên nava malbatê bi rêzik pêk werin. Wê demê zarok dikarin têkiliya di navbera ziman, kes û bûyeran de ava bike. An na, zarok dikare, bifikire: „Diya min waha, bavê min waha dipeyive û li ser xwarinê em bi aweyekî din dipeyivin.“ 

Baxçeyê Zarokan ji bona zarokên we şansek e

Ji bona Baxçeyê Zarokan û dibistanê, zimanê almanî ji bo zarokên we gelekî girîng e. Zarok li Baxçeyê Zarokan, gelek tiştên ku ji bo pêşketina ziman hîn dibin. Loma jî piştî sê salî, çûyina Baxçeyê Zarokan ji bo wan şansek e. Ev dem heta destpêka dibistanê ji bo pêşvebirina hînbûna almanî demeke baş e û têrê dike. Perwerdekarên Baxçeyê Zarokan, li gorî armancan; lîstik, axavtin, stran, çîvanok, pirtûkên bi wêne û çîrokên guncaw; zarokan teşwîqî fêrbûna almanî dikin. Heke zaroka/ê we qet bi almanî nizanibe, belkî pêşî li zarokên bi zimanê xwe yê dayikê dipeyive bigere. Ev, wê ji bo xwe aram sehkirin û fêrbûna der û dorê bibe alîkar. Zarok wê di nava demê de ji xwe re hevalên alman jî bibîne.

Hûn bi zarokên xwe re bi kîjan zimanî dipeyivin?

Hinek caran malbat tên şîret kirin û ji wan re tê gotin ku: „Bi zarokên xwe re bi almanî bipeyivin daku di dema dibistanê de zahmetiyê nebînin.“ Şîretên bi vî rengî şaş in. Ji bona we ya herî rastî, ew zimanê ku hûn baş pê dizanin e. Ew ziman jî bi gelemperî zimanê we yê dayikê ye. Divê hûn bi zimanê xwe bi zarokên xwe re bidin û bistînin. Ji ber ku hûn herî zêde peyvên bi zimanê xwe û avakirina hevokan bi wî zimanî baştir dizanin. Bi vî aweyî zarokên we, wê karibin bibin xwedî bingeha zimanî ya zexm û dîsa li ser vê bingehê wê karibin zimanekî din, wek mînak zimanê almanî baştir hîn bibin. Hin deman, zarok herdem dixwazin bi almanî bipeyivin. Dema dê û bav bi zarokan re bi zimanê xwe bipeyin jî ew dîsa bi almanî bersîv didin. Ev tiştekî gelekî normal e. Lê ger dayik û bav bi biryar û prensîb bi zarokan re bi zimanê xwe peyivîne berdewam bikin û zarok vî zimanê li derdorê jî bibihîze, helbet wê rojekê hînî zimanê xwe bibin. 

Di nava malbatê de ji bona pêşketina zimanê zarokên xwe, hûn dikarin, çi bikin?

Ji bo pêşketina zimên, jiyana malbatê ya rojane gelekî girîng e. Ji ber ku zarok, zimanê xwe yê pêşîn di nav malbatê de hîn dibin. Ji bona teşwîqkirina pêşketina zimanê zarokan, kîjan derfet hene?

Kêfxweşiya axavtin û vegotinê

Antremana ziman tuneye. Ancax ji bona zarokên biçûk, ziman; bi lîstikê, lênerîna pirtûkek bi wêne, di demên xwarinê de, bi kesên ku jê hez dikin re sohbet kirinê, bi bihîstin û peyivînê, roj be roj pêş ve diçe. Axavtinên rojane ji bo zarokan pir girîng in. Ji zarokên xwe re qala karê xwe bikin. Bahsa kal û pîran bikin. Di jiyana xwe ya rojane de bûyereke biçûk vebibêjin. Heta di dema çêkirina xwarinê de, heke zarok li cem we bin; jê re ew tiştên ku hûn dixin beroşê, yek bi yek navên wan bibêjin. Dema zarokên we, ji we re li ser jiyana xwe ya rojane û têkiliyên bi  hevalên xwe re, hestên xwe bibêjin û hinek pirsan ji we bikin, divê hûn kêfxweş bibin. Zarok di dema vegotinê de hêdî hêdî xwe îfade dikin û fêrî gotina, dîtin û xwestekên xwe dibin. Zarok gava ku xwe rihet bibîne û tirsa ji kirina şaşitiyan tunebe dikarin bêtir hîn bibin. Zarok carna peyvên fantazî diafirînin û bi binyata zimên dilîzin. Ev fantaziyana kêfek mezin dide wan û ev yek ji bo pêşketina wan a ziman gelekî pêwîst e. Dema ku zarok dipeyivîn û hinek şaşitiyan dikin, divê hûn ji bo sererstkirinê zêde mudaxele nekin. Ji ber ku ev helwest li ser pêşveçûyina wan bandorek neyênî dike. Heke mirov zêde têkeve nava hewldana sererastkirina şaşiyên wan, ev dikare bibe sedemê sarbûna zarokan ya ji axavtin û vegotinê. Ji bo fêrbûna zarokan û bi taybetî jî pêşketina behremendiya wan ya ziman, hin tişt hene ku alîkariya wan dikin. Ji wan yên herî girîng ev in: Venêrîna pirtûkên bi wêne, bi dengê bilind xwendina pirtûkan, vegotina çîrok, çîvanok û stranan.

Bi hev re lênerîna pirtûkên bi wêne

Heke malbat her roj bi zarokên xwe re li pirtûkên bi wêne binêrin, ev tiştekî ji bo pêşketina zarokan a ziman gelekî bi kêr e. Bi gelek lêkolîn û vekolînan hatiye îspat kirin ger hûn bi zarokên xwe re li pirtûkeke wêneyan ya zimanê xwe binêrin; ev di dema pêş a dibistanê û fêrbûna zimanekî din de dibe alîkariyeke mezin. Hin caran; bira, xweh, xaltî, met, dapîr û bapîr jî dikarin ji zarokan re wan pirtûkan bixwînin.

  • Di lênêrîn û bideng xwedina pirtûkên wêneyî de ev xalên jêrîn girîng in:

Divê ev rewş, kêfxweşiyekê bide zarok û mezinan. (Heger mezin her tiştî pir zêde bike mijara lêpirsînê, dikare ku kêfxweşiya zarokan ji xwendinê re nemîne.)

  • Divê zarok, li ser wêne û çîrokan, çi tiştên bên bîr û bala wan karibin, bipirsin û bibêjin.

Heke li mala we bi zimanê we yê dayikê pirtûkên bi wêne tunebin û hûn nikaribin ji derekê peyda bikin, dîsa jî hûn dikarin bi zimanê xwe li hinek pirtûkan binêrin. Ji perwerdekar û pirtûkxaneyan bipirsin û pirtûkên tenê bi wêne an jî yên nivîsen kurt bi zimanê almanî deyn bikin û li mala xwe li ser wan wêneyan bipeyivin. Dîsa hûn dikarin tevî zarokên xwe li ser van wêneyan bi zimanê xwe hin çîrokên kurt jî ava bikin. 

An zarokên we dikarin, her carê ji Baxçeyê Zarokan pirtûkekê bi xwe re bîne, li ser wêne û çîrokên wan bi almanî jî bi we re bipeyivin. Ji xwe, êdî bi duzimanî gelek pirtûkên zarokan jî dikare bên peyda kirin.

Heke zimanê we ê almaî baş be, hûn dikarin ji zarokan re pirtûkan carekê bi zimanê dayikê û carekê jî bi ê zimanê almanî jî bixwînin. Yek caran zarok ji wêne û çîrokên jê hez dikin; qet aciz nabin û her dixwazin lê binêrin. Ev jî normal e û ji bo pêywendiya wan a bi ziman re dibe alîkariyek baş.

Vegotina çîrokan

Zarok zêde ji çîrokan hez dikin. Heke zarok ji mezinên xwe çîrokan guhdarî bikin, zimanê wan pêş dikeve. Bi vî aweyî çîrokan fêr dibin û fêrî vegotinê jî dibin. Vegotinên we, dikarin çîrok û çîrçîrokên ji jiyana we a rojane, serpêhatiyên dema zarokatiya we an jî her tiştên ku hûn û zarokên xwe jê hez dikin be. Wê gavê gelo, hûn her şevê ji bona „Çîrokeke Şev başiyê“ çi dibêjin?

Ji bo behremendiya peyvandina zarokan; stranên jê hez dikin, lîstikên bi tiliyan û peyvên biqafiye pir girîng in. Ma, ji salên zarokatiya we; helbest an jî çîvanokên di bîra we de mane, qet nîn in, gelo?

Telewîzyon têrê nake

Dema ku zarok li telewîzyonê temaşe dikin; bala wan ji gotinan bêtir diçe ser dîmenan.

Zarok bêyî ku bipeyivin, li telewîzyonê temaşe dikin. Loma jî telewîzyon ji bona pêşketina zimên ne zêde baş e. Wek mînak zarok ji kaset an CD/sêlikê çîrokekê guhdarî bike, an ji dê û bavên xwe çîrokekê „Şev baş“ bibihîze wê bikaribe bêtir tiştan fêr dibe. Heke zarokên we telewîzonê temaşe dikin, qet nebe li ba wan rûnin û li ser tiştên lê temaşe dikin, pê re bipeyivin.

Jiyana duzimanî – pêwîstiya zarokan bi kesên ku ji wan re bibin mînak heye

Dê û bav ji bo zarokan mînakên herî girîng in. Dayik û bavên, baş bi almanî nizanin û hewldana wan ya ji bo fêrbûnê ji zarokan re jî dibe motivasyoneke baş. Wek mînak peyveke almanî ji zarokan bê pirsîn an jî beşdarbûna dê û bavan a kurseke ziman, ji bo zarokan tiştekî girîng e. Bi vî aweyî baweriya zarokan ya bi xwe û meraqa fêrbûna almanî pêş ve diçe.

Bêyî vê dîsa zarok; helwesta dê û bavan a nirxdayin û parastina zimanê xwe ê dayikê dibînin û ev bandoreke erênî an neyênî li wan dike. Cardin zarok, girîng girtina malbatan a duzimanî jî dibînin û têdigihêjin. Loma, divê malbat haj ji van mijaran jî hebin û ji bo zarokên xwe bibin mînakên erênî.

Ziman gencîneyek (xezîneyek) e …

Heke zaroka/ê we her du zimanan jî baş bizane û di pêşerojê de xwe baş îfade bike, ev di jiyana wê/wî ya taybet û ya pîşeyî (meslekî) de wê her dem xwedî gencîneyeke alîkar be. Tu kesek, wê nikaribe vê gencîneyê ji destê wan bigire.

Em, di vê riyê de, ji we û zarokên we re şansekî zêde û serkevtinê dixwazin.

∗∗∗

Nivîs: Dr. Michaela Ulich

Grafik: Sylvia Hüsler

Dîzayn: Bilge Zayici

Werger (Kurdisch-Kurmanci): Abdulkadir Ulumaskan

Staatsinstitut für Frühpädagogik – IFP München

Ev xebat bi hevkariya Yekîtiya Mamosteyên Kurd û Însîyatifa Malbatên Kurd li Bielefeldê hatiye çapkirin.

Categories: